Dezanin boçî
Qaçim le meydan daçeqanduwew
Carê be şe’ir nalêm malawa!?
Çunke çawerêy şa’îrêk dekem
Giftû peymanî hatnî dawe
Ew şa’îrey dê
Perîyekanî mad
Le awî «wan»û xakî çyay hemrîn helyanşêlawe.
Katê heldeka le gerdelûlû ba rehatre
Le min mêrxastir
Le min gernastir
Le dundî qendîl bêperwatre.
Ew şa’îrey dê
Her nefesêkî
Debête nexşêk leser zinaran
Her nîgayekî
Momêk pê deka
Le tarîkistanî male hejaran.
Ew şa’îrey dê
Le kwê min demim kilêle bûbê
Ew detrîşqênê.
Le kwê min pirtew bolem hatbê
Lewê çawî ew
Çexmaxe dedaw gir dadeçênê
Êsta zanîtan boçî min qaçim daçeqanduwew
Carê be şe’ir nalêm malawa!?
Min çawerwanî şa’îrêk dekem
Giftû peymanî hatnî dawe!