Ebdula Peşêw

Dariştnewe

Bi dengê: Ebdula Peşêw
Diyalekt: Soranî
421
To hende pertî
Be minû dinyaw em gerdûneda
Pirjawî wek mey
Meraqme carêk bercestet bikem
Bitbînim wek hey!
Le tarîkîda baştir debînim!
Le tarîkîda baştir metelû mamk heldênim
Toş wek şaperî estêrekanî
Ta tarîk da nê
Tîşkit nagate regû likû pom
Boye ke emşew
Dêyte bin keprî reşerêhanim
Ba hîç nesûtê:
Ne çira ne mom!
Demewê hemût helbiweşênmewe
Şane be şane
Etom be etom
Le cesteyêkda datbirêjmewe
Miştumalit kem be arezûy xom
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd