Îsmaîl Serdeştî

Eger Emcare Bêmewe

Bi dengê: Îsmaîl Serdeştî
Diyalekt: Soranî
400
Eger emcare bêmewe bow wilatey lêy gewre bûm
Le her bistê xakî xomda destegulê heldebestim
Eger emcare bêmewe be şiney şemalî mestim
Pena nabem bo henderan her wilatim deperestim
Najîm bê to wilatekem her toy kangay bîr û hestim
Najîm bê to wilatekem her etoy kangay bîr û hestim

Eger emcare bêmewe bo wilatey lêy gewre bûm
Narom û becêy nahêlim qet qet nalêm lêy werez bûm
Degerêm deçme ew şwênane kewa pêştir boy neçûm
Xakyan dekem be surmey çaw, le çawekanmyan heldesûm
Rojhelat zêdî bawanim be dayme her mirîdî tûm

Eger emcare bêmewe be serberzî bo wilatekem
Bist be bist xakî rojhelat, şar û dêhatî raw dekem
Her daykê kurî şehîd bibê zû deçim destî maç dekem
Pêy elêm daye xem mexo êsta emin le cêy kurekem
Xuşkî her şehîdê tûş bim pêy elêm silaw xuşkekem
Çîdîke reşî mepoşe geşayewe alayekem
Çîdîke reşî mepoşe wa serberze alayekem

Eger emcare bêmewe bo wilatim be serberzî
Bist be bist xakî maç dekem ta deçme ser gorî qazî
Leser gilkoy kirnûş debem le bo pêşeway gyanbazî
Pêy elêm gewre û serdarim kwanê hawrêy pêrlaşêzî
Welam binêre ba bêtewe çawerêne gel û hozî
Sirûdî ey reqîbîşim delêm be hezar awazî

Eger emcare bêmewe bo kwêstanekey rojhelat
Debme şwankarey kêwekan çawerê bim bilên bêrî hat
Le bin her şax û dolêkî min saz dekem kepir û sabat
Kirnoş debem bo wilatim, kirnoş le bo xak û alat
Hewlêr û silêmanî herkyan nabne yek sanyey mehabad

Eger emcare bêmewe naçim nagerêm le şaran
Deçme ser gorî şehîdan ewaney kiran tîrebaran
Deçim kirnûşyan bo debem firmêskî çaw wekû baran
Bo ser gorî her şehîdêk destegulêk wekû yaran
Le kirmaşan û îlam û le sine û le wirmêy caran
Le kanyawî nyer ladem le melbendî şoreswaran
Sipas bo xatû Sinûr