Hozan Brader

Harûnê Min

Bi dengê: Hozan Brader
Diyalekt: Kurmancî
201
Harûnê min westîya ye
Pala xwe daye çîya ye
Birînên wî gelek kûr in
Bê hekîm û derman maye
Bê hekîm û derman may

Fermandarê Zagrosê
Lawê agir û rojê
Deşt û çîyan tewandin
Ji bo xatirê dozê
Harûnê min westîya ye
Pala xwe daye çîya ye
Birînên wî gelek kûr in
Bê hekîm û derman maye
Bê hekîm û derman may

Awirek daye rojê
Kenîya bi serê lêvan
Xwîn herikî ji enîyê
Xunav hatî li ser çîyan
Xwîn herikî ji enîyê
Wek xunava li ser çîyan
Harûnê min westîya ye
Pala xwe daye çîya ye
Birînên wî gelek kûr in
Bê hekîm û derman maye
Bê hekîm û derman may