Elî Abidî

Be Tenya Cêm Mehêlin

Bi dengê: Elî Abidî
Diyalekt: Soranî
602
Be tenya cêm mehêln, emşew ziryan emçênê
Temû mij damdepoşê, mangeşew demrifênê

Kê eyzanî melîne, awa detantarênin
Balî hezartan debirn, şarêktan dexnikênin
Kê eyzanî beharîş, şextew ziryan ehênê
Çawî lêman dadexaw çirokan dewerênê
Be tenya cêm mehêln, emşew ziryan emçênê
Temû mij damdepoşê, mangeşew demrifênê

Kê eyzanî ke awa tenaf helxen bo şarê
Destî şeqamîş bibirn, kolan biden le darê
Lawêkî şermewn bûm mêşkim dedra be maran
Êstaş ke pîrû mandûm derim deken le şaran
Be tenya cêm mehêln, emşew ziryan emçênê
Temû mij damdepoşê, mangeşew demrifênê

Kê eyzanî ke rojê min ekirêm be goranî
Demew behar dêmewe deçme naw awî kanî
Gerûm be gizing ter ken, zamekanim be şîlan
Be goranî dampoşin ya be sewzî daristan
Be tenya cêm mehêln, emşew ziryan emçênê
Temû mij damdepoşê, mangeşew demrifênê
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd