Gwêm lê bigirin
Mijdem pêye bo hemûtan
Kefelpanû rîweletan
Zirtebozû bûdeletan
Sîxurû beçkesîxurtan
Sikirtêrû tirjimêrû mîraxurtan
Yek yek wezîrû gizîrtan
Qunkî pyazû serî sîrtan
Deylêmewe
Mijdem pêye bo hemûtan
Serû sekut beboyaxû bêboyaxtan
Faylsûkû faylqursî şarû şaxtan
Milyonêrû milyardêrtan
Yek jindarî berdikunkerew de jindarî binizgitêrtan
Gwêm lê bigirin
Çunke êwe lem dinyaye
Kobûnewey şewû rojtan dwayî naye
Çunke êwe
Hemû ’umir
Em bo lay ew, ew bo lay em
Her xerîkî rakeraken
Çunke êwe le gorîşda bê yektirî qet helnaken
Xewnim dîwe
Mijdem pêye bo hemûtan
Dway mirdinîş
Xemtan nebê, dilnya bin
Le dozexda ko debnewe
Ko debnewew hawêr nabin