Xwaye weten awa key
Çend dilgîrû şîrîne
Deştî xoşû rengîne
Awî kewsere, xakî gewhere
Pir le gulû nesrîne
Seyrangay beharanî
Sewzegyay nermû cwanî
Sed dil debê heyranî
Awî kewsere, xakî gewhere
Pir le gulû nesrîne
Şaxî befrînû berze
Bo rabirdûman remze
Çîmenî cwanû sewze
Awî kewsere, xakî gewhere
Pir le gulû nesrîne
Weten çawî lêmane
Derî keyn le tengane
Heyfe bête wêrane
Awî kewsere, xakî gewhere
Pir le gulû nesrîne