Hisam Lurnijad

Serwen

Bi dengê: Hisam Lurnijad
Diyalekt: Kelhurî
297
Kewk û kemuter waşe le derwen
Giştî rem kirdîye, we xişey serwen
Bîle serwend yey kemî lar bû
Zolfeylê siyed giyan we pîm diyar bû
Desmal deseged bîle duwan bû
Yekî ewrîşim yekî ketan bû
Tûfê Rîjawe ya tafê Elwen
Ew do pel gîse giyan we jîrê serwen

Xuda rû le des şoley mange şew
Ta key binîşm erê xêl biçû le xew
Ne mang awa bû, ne xêl çû le xew
Xêlê bawand hezar hezar bû
Her rûjê yekî werew mezar bû
Malê bawanid giyana we çepey ney bû
Agir pî biçû giyana şemal we pey bû
Gulwenî gul gul we ser besayde
We banê ebrûd çepkey mû nayde

Kirmaşanîgim bawanim we dil giryame
We zencîrê zulf dildaran esîr kiryame
Fiday ew xemzey çawid bam hîçkes nekerdet
Giyanim we fiday giyan dîde mes we naz perwerdet
Hem ser û hem ciyegey şûre jin
Şan medey be şanim
Ca tederk bigrîn bawanim
Erî îmşew mîwanim
Aîye û uyye çene lîrey çawîye
Herçî bûşî bawîye
Kemere kemere bar eka
Yarim serwîn lar eka
Rohim şedey lar eka
Le Kurdistan bar eka
Le Kirmaşan bar eka
Kemere kemere bar eka