Çî bû tawanî ewaney wa le sêdare diran
Xeyrî dilsozîy wilatû dujminîy dagîrkeran
Kwa le kwêye ew kesey lafî birayî lê eda?
Mîlletî hênaye meydanû belênî pê eda
Kwanê ew dilsozey eyut daşdyarî mîlletim?
Çî beser hat kwa le kwêye? gîrî dawî meynetim
Dujminîne dilnya bin kurd beme natwêtewte
Rewrewey belkû berewpêş mil enêw nakşêtewe
Rewrewey mêjûy berewpêş mil enêw nakşêtewe
Çî bû tawanî ewaney wa le sêdare diran
Xeyrî dilsozîy wilatû dujminîy dagîrkeran
Qur be sertan êwe xawen topû teyarey şern
Mîlletî min xawenî te’rîxû bîrû bawern
Çî bû tawanî ewaney wa le sêdare diran
Xeyrî dilsozîy wilatû dujminîy dagîrkeran
Gerçî nûkî nêzetan sûre be xwênî lawî min
Ba le naw yada bimênê ta wekû rîswa ebin
Çî bû tawanî ewaney wa le sêdare diran
Xeyrî dilsozîy wilatû dujminîy dagîrkeran