Kê dezanê yarim kêye, çi kareye û xelkî kwêye
Ne cenderme û ne pasdare, ne eskere û ne bêkare
Balaberz û kelegete, hîway dwarojî mîlete
Çawim balagerdanî bê, dilim heyranî giyanî bê
De lo lo lo lo lo lêye, le Kurdistan xoştir kwêye
Her dem çawim her le rêye, mujdey azadî mey pêye
Birakey ew Gerîlaye, xemî gelî le dildaye
Nasnamey ew Kobanye, tirs bêt le dilîda nîye
Yarî xome û xoşim dewê, qezay ew le çawim kewê
Min be tenha ewim dewê, qed le ber çawim nakewê
De lo lo lo lo lo lêye, le Kurdistan xoştir kwêye
Her dem çawim her le rêye, mujdey azadî mey pêye
Şere daye, şere daye, xemî dunyam le dildaye
Dilim pire wela daye, serim dêşê û xewim naye
Belê daye min pêm waye, le çarenûsî mindaye
Ew le eşqî wilatdaye, min le xemî ew dam daye
Niha dîyare yarim kêye, çi kareye û xelkî kwêye
Roh û dilî em geleye, Pêşmergeye Pêşmergeye
Her dem çawim her le rêye, mujdey azadî mey pêye