Fetah Xurasane

Areq û Tîn

Bi dengê: Fetah Xurasane
Diyalekt: Soranî
224
Pêş ewey giznigî hetaw tiropkî çya bingêwê
Pêş ewey şiney beyanî biskî bereza bibzêwê
Pêş ewey qaspey xasekew le zerdû ma deng datewe
Pêş ewey bulbul bixiwênê xunçe demî bikatewe
Pêş ewey sîrey heloyan perdey bêdengî dadrê
Pêş ewey çûre popnekî berew rûnakî helfirê
Pêş ewey şemî ser çakî axir firmêskî helwerê
Pêş ewey gijebay tûre jîlemoy pepûle berê
Pêş ewey lawî bextewer dem ragwêzê leser xalan
Pêş ewey şewgerî dilter werez bê le malew malan
Pêş ewey bêrî şilû mil çawî xewalûy helbênê
Pêş ewey şwan merî şewên wegêrê, berda desbênê
Pêş ewey polî neşmîlan şil şil dagerên bo kanî
Pêş ewey serkanîw deraw jawey bê le perî cwanî
Pêş ewey hacî selemxor hejarêk helnê be temal
Pêş ewey rêçke bibestin bo mizgewtê şan bebermal
Pêş ewey derwêşî çilkin pencey xelîfey kuşîbê
Pêş ewey şêx wek tarmayî berew xaneqa xuşîbê
Pêş ewey gizîrî bedfer le dîwexan parû bada
Pêş ewey xatûnêk benaz perdey koşkî axa lada
Min kawî xom le kar dîwe min cergî zewîm dirîwe
Min şîlegem helbirîwe min yek serîm axnîwe
Min rîze swalem danawe şexre wêncem pêwe dawe
Min gagêrem têr kirawe ya xoyanim wergêrawe
Hawînû payzû behar hetaw lêy nedawim bêkar
Min cûtyarim, min cûtyarim min legel hetaw hawkarim
Min be areqû ew betîn daman riştuwe binaxey jîn
Baskî minû tîşkî ewî bijîw destênin le zewî
Ger cûtyar areq nerêjê ger hetaw tîşk nawêjê
Danîştûy naw koşkû qela dexon nanî gela gela?
Belam heyf êstaş lêre min birsîmû kesêk têre
Ne qet areqî esrîwe ne qet gewzî helbirîwe
Ne meçekî cemam buwe ne çolemey le cê çuwe
Ne engustî ragîrawe ne dasû le çawî dawe
Ne dilî pêy dirdir buwe ne binhengilî xir buwe
Ne kefî derda be kilo ne pencey derî kird dilo
Ne destî paşbarey nasî ne sawêkî da le dasî
Ne begerma dahêzawe ne xewî le çawî zawe
Ne besermaye tezîwe ne le kay payz xizîwe
Ne nûsekey pêwe nûsa ne leber baranê xûsa
Ne zuqmî beserda barî ne le qurda kewt barî
Ne dî şewû şewnxûnî ne çêştî derdî nebûnî
Ta key wa bim, ta key wa bim des betalû renc be ba bim
Takey rencî şanû pîlim bo dujmin bê, bo min dîlim?
Na na, taze raperîwim natwanin biden firîwim
Rêbazî şorş bernadem mewda be dagîrker nadem
Le şanû bahoy xom radî helgirim alay azadî