Tawan dyare
Nêrkî milî le hî beraz estûrtire
Mangayeke be aşkira deborênê
Gurgeborî enadole
Mang bibînê ya nebînê
Kelbey dyarew delûrênê
Tawan dyare
Wek dûpşikî kelawekanî germesêr
Qefî kilkî leser pişte
Wekû kobra
Leser paşel radewestê
Gîngil dedaw defîşkênê
Wek marsîdîsî fayldaran
Haşey dêtû tirafîkî sûrî şaran debezênê
Wek hornî landikirozerî serdizekan
Xew le çawî ’umer xawer detarênê
Tawan dyare
Tawan dyarew min deybînim
Wek şoflî awdîwkiraw
Wek şîşî pencerey dizraw
Wek kerkûkî be qenarey hewîcewe daleqênraw
Min deybînim!
Tawan dyare
Wa bonî dê
Wekû wêskî şewî bexdaw hezarû yek mufawezat
Wek xorakî gendî yu’ên
Wekû zarkî helzirawî
Hembaney bawbijî belên
Tawan dyare
Peroyekî bê nwêje
Le sinûrî bacistanû bertîlistan
Firke dekaw deşnêtewe
Wekû qirşe harekanî deryay îce
Her be dewrî xwênî kurda dexulêtewe
Hêşta bes nîye?!
Bo xatrî çawyan
Kitêbesûrey mawim(ma’om) ezber kird
Lênînim kirde kwêxay cirtawe
Şînî hesenû husênim gêra
Çendan zuhakim lê bûn be kawe
Bo xatrî çawyan
Çil salî xişte her wam berêwe
Her dîmokirasî bo bexda debem
Her otonomîş dênim lewêwe...
Çi ma neykem!?
Pêyan gutim:
Şîn be! şîn bûm
Zerd be! zerd bûm
Pan be! pan bûm
Xir be, xir bûm
Xaw be, xaw bûm
Dir be, dir bûm
Biqîrêne, qîr... qîrandim
Kir be, kir bûm!
Hêşta bes nîye!?
Em nimayşe hêlincawere kotayî nehat?
Şerezritanêy habîlû qabîl her nebrayewe?
Perdey wehmikird leser ’ewretyan tilîşî nebird? her helnedrayewe?
Gwêtan lêye?!
Kirçû horî gazeram dê!
Ta key piştim gorepanî qaremanû qeyteran bê?
Le kozewe mirey gurgû milçey xwên dê
Heta kengî
Gwêm le zirmey şereqoçî dû beran bê?
Leber awêne seyrî xom dekem
Çi de’bayekî seyrû semerem!
Perkem demgirê
Katê debînim yektir raw denên
Endamekanî cestey serapa wêranû nixrom
Hêlincim dêtê
Ke çaw debrime gilole kirmî
Zarkî birînî gyanû cestey xom
Çi de’bayekî seyrû semerem!
Estom nayewê serim ragrê
Xwênim demeyê, ta firke neka berew pelû pom
Gilêney çawim tif leyek deken
Leyek nebanin refîskû ejnom
Em nimayşe hêlincawere kotayî nehat?
Şerezritanêy habîlû qabîl her nebrayewe?
Hespî belesem be talûkeye
Balî lêm dewê
Şew ta beyanî nalî zirmey dê, çexmaxe deda
Ne min desrewm, ne ew desrewê
Wa deçme ser zîn, rikêf lêdedem
Kifnû kajî xom tûr firêdedem
Qelemim hespe, serim şeypûre!
Bese! min carî çaxî nwê dedem