Hesen Kakayî

Weten

Bi dengê: Hesen Kakayî
Diyalekt: Soranî
393
Zewî hêşta le rût heldê bidey sûr?
Nerûxay asmanî pîrî piştikûr?
Ke somayî le çaw bawkan birawe
Berokî pîredaykan dadrawe
Weten dêwanekey xotim
Weten min xakî berpêtim
Cigersûtawî lawanî bebê malû bebê cêtim
Le rêgay ’eşqî mîlletda fedakarî dekem, şêtim

Perêşanim perêşanim demêke
Dilî min her demey laney xemêke
Xo hênde dilpirim pêm xoşe bigrîm
Wey ke firmêskû henaseş melhemêke
Weten hay jînû jîwar
Weten xizmû kesû kar
Weten bot demirim ewcar

Wekû awî binî gomê ke cê mabim le rûbarê
Wekû berdî qedî şaxî ke tenra bim le dîwarê
Her wek gelay zerdî payz desim berben le qed darê
Dilim tenge le tenhayî, ne hemrazê, ne xemxiwarê
Min ew berdey giriftarim ke dîlî çînî dîwarim
Her ew awey binî gomim ke cê mawim le rûbarim
Gelay zerdim, melî pîrim, minim zamdarî zencîrim
Gelay zerdim, melî pîrim, minim dildarî zencîrim
Webîrim dê ke çen sale le bendîxane yexsîrim
Le tarîkî jyanmida le sûçî serdî zîndana
Be morey nerdî nakamî becarê ’umrî xom dana
Belam ew kate lawê bûm keçî êsta weha pîrim
Heye carê xemînîy ew diley xom bênewe bîrim*???
Qerewl dêtû radebrê şewanî ’umirim ejmêrê
Şewêk dê wa minî dîlîş be destî mirdin espêrê
Şewêk dê wa minî dîlîş be destî mirdin espêrê

Şewî tarîke lêm şêwawe rêga
Beyanî hatû zorî mawe rêga
Jyanim her wekû ewşo wehaye
Berew herla deçim besrawe rêga
Weten ey mewtenî daye
Weten deynê le dilmaye
Serî bê nirxû bê maye
Le pênawî wetendaye

*???= lem beşe dilnya nîn çunke goranîbêj lêreda şitêkî cuda le deqî şî’rekey mamosta şerîfî honerî em honraweye delê.
Herweha sipasî kak şaxewan dekeyn ke faylî tewawî em goranîyeyan boman narduwe.