
Wa min hilgirtiî bombe û tifeng
Ezê herim şer û ezê herim ceng
Ger nezîvirim dayê tu megrî
Ger ez şehîd bim anê tu megrî
Te min xwedî kir bi şîr mijandî
Hêsirê çavan bo min rijandî
Ger ez şehîd bim dayê to megrî
Ger nezîvirim dayê tu megrî
Dayka min û te tev Kurdistan e
Emê rizgar kin ji bin destan e
Ger ez şehîd bim ew bo me şan e
Ger nezîvirim dayê tu megrî
Ger ez şehîd bim yadê tu megrî