Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî
ku milet sax bî nema tu bimrî
De lorî kurê min lorî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî
Ku milet sax bî nema tu bimrî
Ku milet sax bî nema tu dimrî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Milet şîyar e gelek giha ye
Tiving bi dest e li ser çiya ye
şêr û piling in, hawîr dibazin
Doza me kurdan serbest dixwazin
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Bi xwîn nivîsîn serê zinara
Li vir nemaye cihê neyara
Biqeşte dijmin, qada me berde
Ew der welatê gernasê kurd e
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Serdar bilind e rêzan û mêr e
Zêrên serê xwe dişînin jê re
Bela bifroşî bidî bi şeşar
*??? dijmin û neyar
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî