Nasir Rezazî

Ta Key Ta Key

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
292
Leser kêlim be boyey sûr binûsin xoşewîstanim
Le naw gora, le jêr xaka, le rîzî dest le destanim
Be peymanê ke min dabûm be kurdû xakî kurdistan
Be ne’rey raperîn şerte ke bang ka min le hestanim

Ta key ta key ême wa koyle bîn
Xawen xakû serbexo bo nebîn

Ewey ke wa heybê ferhengû zar
Mafî heyew cilû bergû witar
Ta key ta key ême wa koyle bîn
Xawen xakû serbexo bo nebîn

Tenya kurde çewsawew jêrdese
Becêmawîn, nenge îtir bese
Ta key ta key ême wa koyle bîn
Xawen xakû serbexo bo nebîn

Lemêjewe yexsîrû beş beşîn
Azayn belam nezanû dilreşîn
Ta key ta key ême wa koyle bîn
Xawen xakû serbexo bo nebîn

Lemêjewe yexsîrû beş beşîn
Azayn belam nezanû dilreşîn
Regezêkîn xawen xakû mêjû
Hestin hemû yek girin zûbezû
Ta key ta key ême wa koyle bîn
Xawen xakû serbexo bo nebîn

Nesîhet bê be yeka helneçîn
Be yekyetî le dîlî der’eçîn
Ta key ta key ême wa koyle bîn
Xawen xakû serbexo bo nebîn
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd