Nîştimanim pir le daxî dil buwe
Şarû dêm rûsûrî koçî gul buwe
Bendî zalim zengî bêdengî zira
Meşxelanî xoşewîstî helkira
Xwênî azîzane hêzî bîrû hest
Xorî bawer rademalê şewperest
Rojîw rizgarîw jyane yekgirin
Cêjnî yeksanî jinane yekgirin
Ta be key le xakî xom bêgane bim
Koçberî rêy bê wilatîw lane bim
Besye ta key wek gelî serdem nejîm
Serferazû serbexow bê xem nejîm
Kêw leber pîy hêzî gel detwêtewe
Biskî alay kîjî xwer deşnêtewe
Hêzî wişyarî dijî bêdadîye
Bawerî gel jin jyan azadîye