Qadir Elyasî

Bosey Rojgar

Bi dengê: Qadir Elyasî
Diyalekt: Soranî
313
Nîme awalê le goşey bêkesîda xem nebê
Çake ew lêreş wefay her mawe her mawe her mawe sayey kem nebê
Laperey jînim hemû heldeytewe, têyda nîye
Basî firmêsk û henase û şîwen û matem nebê

Rencî dûrî dilberim bo kuştinî min kafîye
Ger le dunyada emin hîç meynetî dîkem nebê
Remzî dildarî le zînê fêr nebû yarim dena
Kwa ewîndarî wefadarî wekû min, mem nebê?

Şadî carêkî be mîwanî nehatote dilim
Renge xelwetxaney xem şwênî namehrem nebê
Xom desûtênim heta bezmî xelk roşin bikem
Kê lerêy xelka wekû şa’îr desûtê şem nebê?

Honrawe: Hêmin mukiryanî