Nîye bakim eger zalim şikandiwêtî balî min
Ewe sexte ke wa nagate gwêy kes nalenalî min
Behar hatû tebî’et hukmî azadî melanî da
Le naw kuncî qefezda dyare çone êste halî min
Le gulzarê wirîngey bulbulî sermestû şeyda dê
Belam naye cirîwêkîş le hêlaney betalî min
Leser naçête der satê xeyalî biskî xawî to
Egerçî têgeyştim çawekem xawin xeyalî min
Erê ey askî nask heta key destemo nabî?
Erê pîrozekey xweşfer heta key nayê malî min?
Gutit bot dême cêjwanê hezar swêndit be şalim xward
Le ahî aşqaney min bitirse nek le şalî min
Eger deyzanî manay xoşewîstî ew kiçe kurde
Be sed yaqûtû gewher neydeda firmêskî alî min
Ax alî min
Way alî min
Reşû tar dirêjû pir le azarû xemû derde
Belê şewgarî dûrî bû seraser jînî talî min