Îmşew hem dîsan derûn pirxemen
Esasey matem ce laman cemen
Ne taw dûrî dil bêqeraren
Bînayî dîdem ce xefet taren
Şirîxew girmey hewr dûrî dos
We fena berden mexzû regû pos
Şerarey girpey nar mehcûrî
Kerden we xubar kogay sebûrî
Yaxwa merdenî bo we mêhmanim
Îtir newînûn dûrî yaranim
Belkim xelasîm ne des dûrîm bo
Bew zûx zaman neşûn we gilko
Erê le wilatî xerîb ey hawar xerîb dyare eman necîbe
Gyana cêgey xerîban nazenîn goşew kenare eman necîbe
Necîbem zor necîbî bo derdî min tebîbî eman necîbe
Tuxwa becêm mehêle ba nemirim le xerîbî eman necîbe
Erê etirsim bimirim ey hawar lem dûrulate eman necîbe
Gyana dil pir le xozgew nazenîn ofû awate eman necîbe
Necîbem zor necîbî bo derdî min tebîbî eman necîbe
Tuxwa becêm mehêle ba nemirim le xerîbî eman necîbe
Erê ca çon şêt nebim ey hawar nebme dêwane eman necîbe
Gyane takey xerîbîw nazenîn bê şwênû lane eman necîbe
Necîbem zor necîbî bo derdî min tebîbî eman necîbe
Tuxwa becêm mehêle ba nemirim le xerîbî eman necîbe