Şehrîbana Kurdî

Warê me

Bi dengê: Şehrîbana Kurdî
Diyalekt: Kurmancî
327
Canê me canê me canê me
Ew dîn û îmana me, welatê me ye
Bê evîn welat ne xweş e
Bê welat jiyan nameşe, nameşe
Çima li vir im, dilkevir im
Tirsa min ji wê tirsê
Tirsa min ji wê tirsê
Tirsim li vir bimirim
Warê me warê me warê me
Canê me canê me canê me
Ew dîn û îmana me, welatê me ye

Welatê xelkê çi qas xweş be, ji me ra nabe ger gula geş be
Bav û kalê me gotin “Şam şekir e, welat şîrîntir e”
Warê me warê me warê me
Canê me canê me canê me
Ew dîn û îmana me, welatê me ye

Nayê bîra te xweşkokê li bin dara bîhokê
Me çîrokên dil digotin tev deman şev û rokê
Warê me warê me warê me
Canê me canê me canê me
Ew dîn û îmana me, welatê me ye
Bê evîn welat ne xweş e
Bê welat jiyan nameşe, nameşe
Welat şîrîn li hêviya me ye
Çavên gel bi rêya me ye
Hûn wan fedîkar nehêlin Şehrîban qurbana we ye
Hûn wan fedîkar nehêlin Şehrîban heyrana we ye
Warê me warê me warê me
Canê me canê me canê me
Ew dîn û îmana me, welatê me ye
Gelek spas ji bo mamoste Eyyûb Subaşî