Firmêsk Hafiz

Derdî Derûn

Bi dengê: Firmêsk Hafiz
Diyalekt: Soranî
274
Nazanim dinya roje ya şewe
Hemû karêkim xwardnû xewe
Le dengubasî xelk bê xeber
Wek mirdû ejîm dûrim le beşer
Xerîkî çi bim xeyrî xwardinewe
Basî qumarû parew birdinewe
Heqme lêm gerê tanem lê mede
Heqêkî eto le seda sede
Çîtir ezanî? wazim lê bêne
Perdey esrarim zor pê medrêne
Qisem zor mawe reqe wek berde
Kake lêm gerê berokim berde

Mirdim ewende hewlû çenem da
Herçêkî nûsîm giştî çû beba
Qewmêkî da’îm her hewl biden
Bo ewey yektir be ’erizda biden
Xom le tenqîdat dûr xistotewe
Hewalî dinyam lebîr çotewe
Nazanim dinya roje ya şewe
Hemû karêkim xwardnû xewe
Çîtir ezanî wazim lê bêne
Perdey esrarim zor pê medrêne
Qisem zor mawe reqe wek berde
Kake lêm gerê berokim berde

Tenqîd: rexne