Çehçehey bulbul ’ezîzim ahû zarî pêweye
Helheley ’er’er le ’îşqa derdî karî pêweye
Nêrgzû şehla delerzin ’îşwekarî pêweye
Dulbera emro nesîm bonî beharî pêweye
Gul şikofey kirduwe xunçey beharî pêweye
Çehçehey bulbul ezîzim ahû zarî pêweye
Helheley ’er’er le ’îşqa derdî karî pêweye
Nêrgzû şehla delerzin ’îşwekarî pêweye
Dulbera emro nesîm bonî beharî pêweye
Gul şikofey kirduwe xunçey beharî pêweye
Tîxî ebrot mutehem bû kewte rîzî qatîlan
Çunke meylî sebkî dem bû ba’îsî derdî dilan
Bo tewafgahî ruxt dil kewte teb’î bulbulan
Saqîw mutrîb ezîzim wa le nêw baxî gulan
Bem gulistane elên boy zulfî yarî pêweye
Çehçehey bulbul ezîzim ahû zarî pêweye
Helheley ’er’er le ’îşqa derdî karî pêweye
Nêrgzû şehla delerzin ’îşwekarî pêweye
Dulbera emro nesîm bonî beharî pêweye