Were meygêr demewê ewşo xemî dil kem kem
Lûzewm berde serê namewê cur’ey kem kem
Teşena botewe nasorî derûnim dîsan
Zamî konew be meyî konî debê melhem kem
Miştumalî dewê awêneyî jengawî xeyal
Mestû gêjim ke heta gale be camî cem kem
Êste bo çarî xemim goşeyî meyxaneye cêm
Min ke rojêk demewîst mîlletekem bê xem kem
Çon nebem bo meyû meyxane pena tê geyîwim
Lem wilate hemû şit zore benî adem kem
Pîrû zurhanmû êstaş dilekem her deyewê
Serû malim be fîday xalû xetû perçem kem
Honrawe: #hêmin