Ednan Kerîm

Nazdaran

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
333
Be şewî tarîk nimenmey baran
Çira egêrim le şwên nazdaran
Korpey dilî min baweş toy dewê
Girûy lê girtûm bom nanwê şewê
Ewe payîze gelarêzane
Zulfî yar be des ba perîşane
Talê lew zulfe bixe naw destim
Cergim birawe ba pêy bibestim
Hey hey be şewî tarîk nimenmey baran
Çira egêrim le şwên nazdaran
Nalanim wek kew pêçim xward wek mar
Helqem da le dewr balaw qed çinar
Pirsîm le çinar berzî ser kanî
Hewalî leylim naşê bizanî
Be şewî tarîk nimenmey baran
Çira egêrim le şwên nazdaran
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd