Şivan Perwer

Bijî Kurdistan

Bi dengê: Şivan Perwer
Diyalekt: Kurmancî
371
Şêrîn e li ber dilê me, her bijî Kurdistan
Ew e jiyana canê me, her bijî Kurdistan
Dayika al û ola me, her bijî Kurdistan
Warê bihişta me ye, ol û îmana me ye
Pêşeroj û ayende li gel serxwebûna me ye

Her bilind kin ala me, her bijî Kurdistan
Li ser xaka pîroza me, her bijî Kurdistan
Da ku serbest be gelê me, her bijî Kurdistan
Azad be li ser erda xwe, her bijî Kurdistan
Bê wê jiyan qet nabe gelo bes e êdî rabe
Azadî û serbestî wê bi serxwebûnê saz be

Referandom çêdibe, her bijî Kurdistan
Kurdistan li gel şîn dibe, her bijî Kurdistan
Kongreya netewî saz dibe, her bijî Kurdistan
Eniya rizgarî li dar dibe, her bijî Kurdistan
Dê bi hev din dest û milan bigirin govend û dîlan
Li her çar parên welat bêjin bijî Kurdistan
Bijî bijî Kurdistan serxwebûna Kurdistan
Gelek spas ji bo mamoste Eyyûb Subaşî