Hêşta dilekem serxoşe nayêtewe serxo
Saqî ke benaz dwênê ke camêkî be min da
Hêşta dilekem serxoşe nayêtewe serxo
Saqî ke benaz dwênê ke camêkî be min da
Bo xatrî xendêkî be rengî gulû baran
’aşiq eweta her kulî giryanî le demda
Qurban were seyrêkî dilû ’alemî dil ke
Her zewqe be dil, şewqe le ser, ahe le demda
Ta hewrî beharî nebzût xunçe nepşikût
Boye degrî xende beser giryeyî minda
Xendey gulî zarit ke nebuwe ba’îsî mestîm
Boçî dilî min destî le gulzarî îrem da
Hêşta dilekem serxoşe nayêtewe serxo
Saqî ke benaz dwênê ke camêkî be min da
Bo xatrî xendêkî be rengî gulû baran
’aşiq eweta her kulî giryanî le dem da
Ta hewrî beharî nebzût xunçe nepşikût
Boye degrî xende beser giryeyî minda
Tîrit ke qerarî cigerm bû we dilim kewt
Ta rojî heşir daxî xedengit le cigerda
Tîrit ke qerarî cigerm bû be dilim kewt
Ta rojî heşir daxî xedengit le cigerda
Tata ke be daw zulfî wekû sunbulî bade
Guldesteyî şewbo bû be bergî gulî dada
Honrawe: #wefayî