Ednan Kerîm

Rohî Rewan

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
192
Awayî dilim çole be bê xêlî xeyalit
Awayî be dildarî bifermû dilû gyanim
’ehdêke dû pêm nawete rêy ’eşqtû matim
Bo şwênewnî her be temaw hatî jwanim
Dîqet le qedî elfû keçî lamî dû zulfe
Lem matemeda mawe dilû lale zimanim
Çawim ke rwa xwên bû le bo çawû rwanî
Bê çawû rû bo tîley çawêke erwanim
Dem ’etrî şeker qetre meger lêwî to çake
Dû lêwî bebar zerdî rwand rohî rewanim
Ey bûnû nebûnî nefest manû nemanim
Bê neqdî hewa mirdnû ser kate jyanim
Aware deka perçemî êware temaşam
Wa her be tema çûnî şewû bûnî beyanim
Şadndina Deq: Aso Pîrî