To çawit neyşê ’alî û be keyfe
Ba çaw min bêşê kes nayjê heyfe
Xuda nekerde dîyew bika êş
Dîyey min le cêy dîyew bida nêş
To çawit neyşê ’alî û be keyfe
Ba çaw min bêşê kes nayjê heyfe
Xuda nekerde bed we gyanit bû
Her bela nesîb duşminanit bû
To çawit neyşê ’alî û be keyfe
Ba çaw min bêşê kes nayjê heyfe
Kalê bo xatir ’awalan le ko
Hergîz newînim dax le dîyey to
To çawit neyşê ’alî û be keyfe
Ba çaw min bêşê kes nayjê heyfe
Her derdê bo to bête xwarewe
Eykêşim be gyan be ser barewe
To çawit neyşê ’alî û be keyfe
Ba çaw min bêşê kes nayjê heyfe
Çawî to qîbley eşq û dildarîy
Çawî min çawgey giryan û zarîy
To çawit neyşê ’alî û be keyfe
Ba çaw min bêşê kes nayjê heyfe
Min çawim bo çes esrîn birjênê
Ba çaw to xweş bê dinya bwînê
To çawit neyşê ’alî û be keyfe
Ba çaw min bêşê kes nayjê heyfe
To çawit neyşê qîbley dilane
Ba çaw min bêşê dayîm giryane
To çawit neyşê ’alî û be keyfe
Ba çaw min bêşê kes nayjê heyfe