Kewyar Hadî

Zîndûm Kewe

Bi dengê: Kewyar Hadî
Diyalekt: Soranî
291
Zîndûm kewe, zîndûm kewe
Le mergî xom peşîmanim
Zîndûm kewe, zîndûm kewe
Bibe be giyan bo giyanim
Bibe be xurpe bo dilim
Bibe girî xwênî sirim
Xiroşî naw demaranim

Zîndûm kewe, zîndûm kewe
Zorî mawe nexşey jiyanim
Zorî mawe tasey derûn
Le mergî xom peşîmanim
Bibe be lêwî agirîn
Elfubêy nwê bo dastanim
Pêm bidewe hêzî giryan
Raçenînim, xiroşanim

Dayçênewe be estêre
Cirîwey reşî asmanim
Zîndûm kewe zînduwem kewe
Taze kewe nawnîşanim
Bibe be lêwî agirîn
Elfubêy nwê bo dastanim
Pêm bidewe hêzî giryan
Raçenînim, xiroşanim

Zîndûm kewe, zîndûm kewe
Le mergî xom peşîmanim
Zîndûm kewe, zîndûm kewe
Bibe be giyan bo gyanim
Bibe be xurpe bo dilim
Bibe girî xwênî sirim
Xiroşî naw demaranim