Şivan Perwer

Helebce

Bi dengê: Şivan Perwer
Album: Helebçe
Diyalekt: Kurmancî
332
Hey gidî dinyayê!
Dinya bi xweşî û bi zilm!
Ma qey tu tera însana nakî
Te însanên xweş û delal çêkirîye û afirandî
Bo çi çavê însanan bar û têr nabê?
Geh li ser te xweş dikin
Geh dûman û ewrê reş û tarî bi ser te de dibarînin?
Hevdu diqelînin
Hey gidî însan! Bo çi çavên te têr û bar nabê?
Ma rûkê dinyayê têra te nakê?
Pêr Nagazakî, Hiroşîma?
Doh li Vietnam?ê?
Û îro li Kurdistan?ê
Ma Helepçe hindik e?
Sal 1988, meha Adarê?
Gulê Newrozê disa dipişkivîn?
Ewrên reş û tarî li ser Newrozada hatin
Be kêf û şâhî, bê xweşî Newroza disa serê xwe xarkirin
Û tovê xwe berda binê erdêda..
Jibo carek din şîn werin..

Wey lo lo, wey lo lo wey lo
Wezê daketim kel û kaşxanan
Wezê daketim serê birc û van dîwaran
Wezê bi ser kela dilê xwe de mijûl ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo?
Dîsa bombe û baran e
Her derê girtî mij û dûman e
Dîsa nale-nala birîndaran e
Dengê dayika tê li ser lorikê wan e
Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e
Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e
Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo?

Hey lê lê? wey lê lê, Ferman e ûy hawar, hawar, hawar, hawar
Dîsa li me ferman e
Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Berzan e
Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê Helebçê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e ferman e ferman e ferman e?
Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e
Ax hawar, li me ferman e, li min ay, ax birîndarê we me, li min oy

Erê hey lê lê, Here hey lo lo
Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin
Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin
Dinya alemê pê bihesînin
Serok û rêberên Kurda li hev bînin
Bila yek bi yek bin ji halê me re tiştekî ji dinyayê re binnivsînin
Bila xelk û alema pê bihesînin
Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin
Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar, hawar, hawar, hawar
Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin
Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay, lo lo ax de li min birîndarê we me