Mistefa Dadar

Fatmokê

Bi dengê: Mistefa Dadar
Diyalekt: Soranî
314
Erê fatmokê kwêstanman kêleşîne
Fatmokê cergim hemû birîne
Fatmokê kwêstanman xoşe kwêstan
Fatmokê sîngî tom bax û bêstan

Fatmokê kwêstanman kêleşîne
Fatmokê çend be befir û kewîne
Gerwêze*??? be çomanda dehatim
Kêlgerdin şextey payîzêt engawtim

Fatmokê kwêstanman kêleşîne
Fatmokê çend be befir û be qîne
Fatmokê be şaxanda dehatim
Fatmokê şextey payîzêt engawtim

Fatmokê kwêstanman çyay qendîlî
Fatmokê tûrî neda mendîlî
Fatmokê be şaxanda dehatim
Fatmokê şextey payîzêt engawtim

Fatmokê bonit xoş wek rîhane
Fatmokê ew çawanet bo wa cwane
Fatmokê henîyet mangî yekşewe
Fatmokê were cût bîn pêkewe

Fatmokê hewarman pîresanan
Fatmokê reşmal û tawil û xêwman
Fatmokê paş etu ew heware
Fatmokê çole û bê aseware

Fatmokê kwêstanman kêleşîne
Fatmokê çend be befir û be qîne
Fatmokê be şaxanda dehatim
Fatmokê şextey payîzêt engawtim

*???= ew wişeyeman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî 'raportî hele' bomanî binûsin.
Zor sipas
Honrawe: Gelerî