Tahîr Xelîlî

Peyman - Ême Giyanêkin

Bi dengê: Tahîr Xelîlî
Diyalekt: Soranî
285
Ême giyanêkîn le dû cesteda
Wek şêir û awaz le yek besteda
Dinyaş natwanê lêkman katewe
Meger xwa boxoy bimanbatewe

Ême perwerdey yek aw û xolîn
Bo yek mebest û bo yek pênawîn
Le naw yektira twawînewe
Rêbwarî yek rêyin ciya nabînewe
Ême giyanêkîn le dû cesteda
Wek şêir û awaz le yek besteda
Dinyaş natwanê lêkman katewe
Meger xwa boxoy bimanbatewe

Peymanman dawe ta le jîna bîn
Bo tenya satê bê yektir nabîn
Eger lew dinyaş zîndû bînewe
Her wekû êsta yek egrînewe
Ême giyanêkîn le dû cesteda
Wek şêir û awaz le yek besteda
Dinyaş natwanê lêkman katewe
Meger xwa boxoy bimanbatewe