Mistefa Dadar

Rûbare Xembareke

Bi dengê: Mistefa Dadar
Album: Jin
Diyalekt: Soranî
752
Ey rûbare xembareke
Hemîşe to
Her eroy to
Dwayît naye
Şax û deşt û dol û herdan
Lêt têr ebin
Belam hergîz
Dwayît naye
Ey rûbare xembareke
Dwa tikame
Tenha carêk
Le amêzta helmigre
Bimgeyêne bew perîyey serdemêke le min dûre
Bo jwanêkî hezaran car
Dilî xomim xiste lerze
Ey rûbare xembareke bimgeyêne

Ey rûbare xembareke
Le şepolta helimgire
Rêbwarêkim
Twêşûy xemî em rêyem hawarite
Ba emcareş
Kêlgey wişkî em dilem
Be şepolî zêwîrî to
Ter bêtewe
Ey rûbare xembareke
Le şepolta helimgire
Ta ew katey tirpey dilî awareyîm
Le lêdanî sertaserî xoy dekewê
Le şepolta helimgire
Ey rûbare xembareke

Elbum: Jin
Honrawe: Dilşad Berzincî