Pepûle!
Be dû bale rengîn û nexşîneket
Legel qaspeqaspî kewî mestî badey kurade
Legel şewşiney şewgerî tozî rêga welader
Legel pêkenînî gulî mendî têrawî dêrawî ciwanî
Biro, helfire, rû le adey beheştî ehûray mezin ke!
Ke ehrîmenî tarîkayî le nûrî terîke
Temaşa ke darî teyarî beharî mesîha
Çilon bote çetrî pişûdanî rêbwarî tînû
Temaşa girî agirî şwanî mandû hesawe
Çilon cergî şewgarî debirî berew jiyanî herman
Çilon bêçû askanî awatî gewrey lemêjîn
Be bê tirsî rawker xerîkî geme û helbezînin
Pepûle!
Pepûley benazî le dil ciwan!
Biro gwê bide zimzemey awî lêjê
Ke lengêzeyek reha buwe le bendî kewî û koyleyî
Berew mêrg û zenwêrî herbûn berêwe
Be dengî birîndarî dawudîye bangewazî
Ke bo helperînî zemawendî azadî dil han eda
Be dil bang eka: şermî rwanînî şillêr
Ewe zeferanî pejare be fewtan eda
Pepûle!
Pepûley benazî le dil ciwan!
Gizîngî beyanî jiyanêkî nwêye
Kewa tîşkî erwa berew dûr... berew dûr
Ewa henderanî hemû kirde nûr
Pepûle!
Pepûley benazî le dil ciwan!
Wilatim hemû mestî hestî jiyane
Hemû çawerwanî zemawendî gewren
Ewey bîrî lê nakirê têkşikane, nemane
Pepûle!
Pepûley benazî le dil ciwan!
Pepûle!
Le katî zemawend û şayî -ke nîzîke lêman -
Min û to legel mamizî dûrezêdim
Eçîn seyrî gowendî awatî xoman ekeyn
Le dengdanewey dengî xawendî hîwa
Le berzayî kwêstanî azadî gwê helexeyin