Şivan Perwer

Xanima Min

Bi dengê: Şivan Perwer
Album: çents du Kurdistan
Diyalekt: Kurmancî
362
Xanima min, bermaliya min, Xanima min, bermaliya min,
Xanimam, bermaliyam, rindik xemla mala min
Xanimam, bermaliyam, rindik rewşa mala min
Delala min îro ji min xeyîdiye
Bi gazincê, bi axînê, dil cemidî ye
Xanima min dîsa ji min xeyîdiye
Bi gazincê, bi axînê, dil cemidî ye
Xanima min, bermaliya min, xanima min, bermaliya min,
Xanimam, bermaliyam, rindik xemla mala min
Xanimam, bermaliyam, rindik rewşa mala min
Xanima min, bermaliya min,
Dîsa çûbûyî li ba me,
Rabûne kul û derdê me
Xanimam, bermaliyam, rindik xemla mala min
Xanimam, bermaliyam, rindik rewşa mala min
Xanima min were ba min
Roniya her du çavê min
Xanimam, bermaliyam, rindik xwîna rehê min

Zanim xanim birîndar û bê evîn e
Derdê mêran û zarokan pir dikşîne
Xanima min, bermaliya min, Xanima min, bermaliya min,
Xanimam, bermaliyam, rindik xemla mala min
Xanimam, bermaliyam, rindik rewşa mala min
Bawer nakim bê keda wê
Hêz nadin dest û piyê min
Xanimam, bermaliyam, rindik xemla mala min
Xanimam, bermaliyam, rindik rewşa mala min
Xanima min were ba min
Roniya her du çavê min
Xanimam, bermaliyam, rindik xwîna rehê min
Xanimam, bermaliyam, rindik rewşa mala min
Xanim dikşîne wek dayika min Kurdistan
Mêr û zarok xeçel bûne weke Kurdan
Xanima min, bermaliya min,
Xanima min, bermaliya min,
Xanimam, bermaliyam, rindik xemla mala min
Xanimam, bermaliyam, rindik rewşa mala min
Dixwazî bibe wek xaniman
Jîn bike mêr û zarokan
Belê tu raste delalê
Bi axîne wek te Şivan