Çengîz Sîgarçî

Bê To

Bi dengê: Çengîz Sîgarçî
Diyalekt: Soranî
298
Nemirdim min eger em care bê to
Neçim, şerit bê, heta em xware bê to
Derûnim xalîye, wek ney denalê
Hewarêkî çi pir haware bê to!

Bînayîm kwêre, helnayê be rûy kes
Mujem yek yek delêy bizmare bê to
Hemû e’zayî nalînim denalê
Serapam mîslî mosîqare bê to
Qesem bew şerbetî dîdarî pakit
Şerabim eynî jehrî mare bê to
Le kin to xar û xes gulzare bê min
Le kin min xermenî gul xare bê to
Le kin min ba wicûdî nas û ecnas
Kesî têda nîye em şare bê to
Heta tom aşina bûy, aşinam bûn
Emêsta mû be mûm exyare bê to
Hemû rojê letaw hîcranî emsal
Temennay mirdinî pêrare bê to
Le hesret serwî qeddit çawî Nalî
Dû coge, belkû dû rûbare bê to

Honrawe: Nalî