Çengîz Sîgarçî

Şewgarî Tenyayî

Bi dengê: Çengîz Sîgarçî
Diyalekt: Soranî
305
Heta nêley neye awirgî dil, çem pir le nem nabê
Heta nem danebarê tînî em awirge kem nabê
Lenaw awrîng û awinga şewim radebrê bê hawdem
Belê şewgarî tenyayî bebê firmêsk û xem nabê

Sitemkarî minî dûr xistewe lew yare şîrînem
Îtir min çon riqî zorim le azar û sitem nabê?
Ewî serberze lem wêraneda tûşî xem û derde
Çyay serkeş bibîne qet serî bê hewr û tem nabê
Lenaw deryay xeyalim dîmewe min gewherî nayab
Heme gewher, îtir çawim le dînar û direm nabê
Were naw baweşî germ û gur û pir tase û meylim
Redîfîş têk biçê pêm xoşe min destim le mem dabê
Were ba helmijim ew lêwe şîrîne be keyfî xom
Lepaş ew talîye ba min demêk şekirim le dem nabê
Pelet bê, çawerêtim, zû were, bes xot bixaflêne
Hezar car hêmnîş bim bo wîsalit çon pelem nabê?

Honrawe: hêmin