Celal Melekşa

Min Xelkî Dinya Nîm

Bi dengê: Celal Melekşa
Diyalekt: Soranî
315
Meke, me... ba yexey ’eşq bigirim
Ba biglêm, le xwêna bigewzêm, ca bimirim
Em zame nasore, kem destî têwerde
Ba her dapoşraw bê le dilma em derde
Çî xemî dinyaye, le dilma wek pûre
Gaz egirin le rohim, xêlî jengesûre
Meke, me... ba her xom bizanim kwêm eyşê
Petaye toş egrê, biro meye pêşê
Legel her wişeyek le dilim hel’equlê
Dilopê firmêske, birwane çon ekulê?
Wişe nîn emane, henisk û henasen
Hemûyan xerîbin, tamezron, betasen
Meke, me... des mede le razî xudayîm
Ba nermê qelaçey xelutî tenyayîm
Ba neşkê şeqlî em azare şîrîne
Ba nerjê yekcarî em derya esrîne
’eşqêkî pîroze bang eka û roh eçrê
Gyanim wek dilopê bo derya hel’efrê
Deryayek paporî xemî têya nuqim bê
Bestelek bişkênê twênerî zuqim bê
Deryayek aramş bibexşê be tasem
Bo ebed bimrênê henisk û henasem
Meke, me..., gyanekem, îtir min rewtenîm
Destim lê helbigre, min xelkî dinya nîm