Minîş ey bulbulî şeyda wekû tom
Weha dûrim le hêlane û gulî xom
Minîş wek to le kîsim çû gulî sûr
Minîş hêlanekem lê kirawe xapûr
Heta dujmin nagewzênim dexwênim
Dexwênim bo gelî xom her dexwênim
Ewa to deroy min cêgam kwê bê
Kê bigrim be yar şêwey le to bê
Ey xuda lew agir barane
Yar be bê to malim wêrane
Her çend dekem raw û raye
Gewherim kewte deryaye
Be sed xewas bom der naye
Ey xuda rêgakem hewraze hewraze
Yarekem lew male bê naze bê naze
Qelay Hewlêr şwênî kone
Lê dexwênin sekir û sone
Axu yarim lewê keyfî çone
Ey xuda rêgakem hewraze hewraze
Yarekem lew male bê naze bê naze
Her çend dekem bîr û endêş
Tewela bûm le qewm û xwêş
Le dway yarim bûm be derwêş
Ey xuda lew agir barane
Yar be bê to malm wêrane