Celal Melekşa

Ke Xom Nasî

Bi dengê: Celal Melekşa
Diyalekt: Soranî
331
Witim: daye! bawkim kwanê?
Boçî hergîz destî hezî negûşîwim?!
Be kam tawan min hetîwim?

Witî: role!
Rojê katê dagîrkeran şaryan sûtand!
Tifengî mafî kirde şan
Rûy kirde asoy serbestî
Lêzmey xwênî geşî leşî
Beser lêwî xaka pijand!

Witim: daye! ey birakem?
Şepolî xem, awî matem
Gomî çawî pir kird le estêrey firmêsk

Witî: role!
Le kazîwey werzî reşa
Laşeyan kirde nîşane
Serî kasî xemekanî birde jêr xak
Gyanî pakî kirde fîday,
Serbestî ew kurdistane!

Witim: daye!
Ey min çibkem?
Hesta ser pê,
Tifengêkî birno kurtî bizmarrêjî daye destim
Witî: role!
Ey hey hoy awat û mebestim!

Deyan sale le çwar lawe
Kurdistan dîl û yexsîre
Dest û pê zincîr kirawe
Rêbazî xwên bigre û biro
Do’ay gelî çewsawey kurd,
Le piştî to!

Sinûrekan bişêwêne
Kurdistanim bo bênewe
Ba be dewrya bisûrmewe
Kurdistanim bo bênewe
Ba danîşim lete lete wilatekem bidûrmewe!