Çengîz Sîgarçî

Xwawendî Cwanî

Bi dengê: Çengîz Sîgarçî
Diyalekt: Soranî
297
Xizmetkarî ton cwanî û cewanî
Gyane şahenşay tacdaranî
Cwanî textî xoy dana lêm pirsî
Kê deçête ser? bo toy rwanî
Sirwe ta basî cwantir şit bika
Her be basî to fêre zimanî
Xwêndinî bulbul bestey ewîne
Be toy heldelê berî beyanî
Baxçoley gulan mest bû le hoş çû
Ke ba boy sîng û memkî toy hanî
Gul le daxanit xoy kuşt xwênekey
Xiste ser kulimit toy kirde canî
Le gul werez bû pepûle wextê
Neqlî lêwî toy le sirwe zanî
Zanît ême çîn kewtûyn leber pêt?
Dildar leber pay xwawendî cwanî

Honrawe: hejar