Nasir Rezazî

Dinya Xeme (Helebce)

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
351
Ho însan le kwêy
Ho însan le kwêy
Boçî dengim nadgatê
Ho însan le kwêy
Boçî dengit nabîsim

Wa min êsta le kotrêkî hêlane sûtêndiraw deçim
Giyane be lamilî şaxêkewe nîştûmetewe û le wizey helifirîn kewtûm
Ey hawar ey hawar ey hawar
Dirkêk, dirkêkî tîj herdû balî gestûm
Dirkêk be qed riqî hemûy ême estûr
Dirkî sinûr, sinûr, sinûr
Ey hawar ey hawar ey hawar
Sinûr!

Dinya xeme jiyan jane
Bo şarekey beharî sûr
Hîroşîmay Kurdistane
Helebcey daykî Şarezûr

Korpe be bêşke û lankewe
Mindal be sîngî daykewe
Bo yadî newrozî emsal
Sûtan û bûn be koy zûxal
Dinya xeme jiyan jane
Bo şarekey beharî sûr
Hîroşîmay Kurdistane
Helebcey daykî Şarezûr

Şerte hemû berd û darî
Helebcey tînûy rizgarî
Dekeyne xencerî toley
Ber piştênî Kurdewarî