Hisam Lurnijad

Neçû

Bi dengê: Hisam Lurnijad
Diyalekt: Kelhurî
222
Qametim xem bî le jîrê barê hicrand neçû
Gyanê şîrînê minî to gyan we qorband neçû
Taqetê düry k neyrim xwed k zanî nazenîn
Rîşeyê cergim siznêd daxê hicrand neçû

Rûjê ’eyşim tîre cûrê şanê zolfê xwed neke
Ax ey weharê bî xezan destim le damand neçû
We umîdî hatme imşew we pabûsd ezîz
Bî nesîbê m nekey le xanê ihsand neçû
Neşkyas tasem lelad hîmay umîdê gyanegem
Hesretê kamîg dirim le şekeristand neçû
Şûrê şeydayîm leser çûd bî gulê roxsarê to
Rû negerdin rehmetî ke gyan we qorband neçû

Qametim xem bî le jîrê barê hicrand neçû
Gyanê şîrînê minî to gyan we qorband neçû
Taqetê düry k neyrim xwed k zanî nazenîn
Rîşeyê cergim siznêd daxê hicrand neçû