Nasir Rezazî

Eger Kurdêk

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
377
Eger kurdêk qisey babî nezanî
Muheqqeq dakî hîze, babî zanî
Were ba bot bikem basî nîhanî
Tefennun xoşe ger çakî bizanî
Selaheddîn û nûreddînî kurdî
’ezîzanî cizîr û mûş û wanî
Muhelhel, erdeşêr û deysemî şêr
Qubad û baz û mîrî erdelanî
Emane pakyan kurdin, nîhayet
Leber bêdefterî win bûn û fanî
Kitêb û defter û te’rîx û kaxez
Be kurdî ger binûsraye zubanî
Mela û şêx û mîr û padşaman
Heta mehşer dema naw û nîşanî
Be zîddî mîr û paşaman birawe
Bese ba bêyne ser rêy mîhrebanî
Ke deygut şêxî min: min destigîrim
Lelam wa bû leber cehil û cwanî
Ke pîr bûm tê geyştim destî girtim
Le kesb û kar û tehsîlî me’anî
Belê şêx qutbe emma qutbî aşe
Be aw û nî’metî xelqe geranî
Le bo jin dê le kolan wek segî har
Le jin heldê be mîslî ker le xanî
Bilê bew serkizoley kuzperiste
Be çawî kildiraw û rîşî panî
Ke nef’êkit nebê bo dîn û dewlet
Be min çî neqşibendî ya ne manî
Kesê pyawe ke danê wek hemaxa
Le bo ebnayî cînsî nan û xwanî
We yaxud wek emîn axa be hîmmet
Bika bo qesrî mîllet pasebanî
Bilê lem behse her kes munkîrî ton
Bifermû sehle rêgey îmtîhanî
Be ummêdî dûsê danaye hacî
Be herzanî deda durrî giranî

Honrawe: hacî qadir koyî