Çwardey mang bû
Leser goyje 'ba' qelemekey rifanim
Wextê girtimewe û pêm nûsî
Pol pol firîn wişekanim
Panzey mang bû
Sîrwan qelemekey birdim
Wextê girtimewe û pêm nûsî
Bûn be masî şê’rekanim
Şanzey mang bû
Ax şanzey mang
Ke şarezûr qelemekey lê wergirtim
Wextê daymewe binûsim
Wek helebce
Wişk bûbûn pencekanim
Honrawe: şêrko bêkes