Nasir Rezazî

Em Rojî Salî Tazeye Newroze 3

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
194
Êm rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşî û behatewe
Êm rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşî û behatewe
Çend sal gulî hîway ême pê pest bû takû par
Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşî û behatewe

Newroz bû agirêkî wehay xiste cergewe
Lawan be ’eşq eçûn be berew pîrî mergewe
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşî û behatewe

Pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn
Namirin ewane wa le dilî mîlleta ejîn
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşî û behatewe

Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîlleta
Qelxanî gulle sîngî kiçan bê le helmeta
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşî û behatewe

Pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn
Namirin ewane wa le dilî mîlleta ejîn
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşî û behatewe