Mihemed Şêxo

deh û yekê adar

Bi dengê: Mihemed Şêxo
Diyalekt: Kurmancî
158
Deh û yek adar cejna azadî
Bîst û yekê wê Newroz û şadî
Bi xêr bê buhar Newroz û adar
Xweş dibî bi wan dilê evindar

Agirê Newroz li girê Yare
Hilbû bi şadî mangê adare
Mêzeke îro li guhê Laleş
Rûdêmê keça mîna gula geş

Pêşmerge nebez dara azadî
Avdan bi xwînê bi şad û merdî
Silav her li wan li deşt û çiyan
Xwîna xwe rihtin le boyî jiyan
Bi xêr bê buhar Newroz û adar
Xweş dibî bi wan dilê evindar

Qîz û xortên kurd çeleng û çakin
Bi awaz û deng her tim di bakin
Zengilê jînê Newroz vaye hat
Rojek nû hilat pê xweş bû welat
Bi xêr bê buhar Newroz û adar
Xweş dibî bi wan dilê evindar