Emel Seîd

Sinûr Aram Be

Bi dengê: Emel Seîd
Diyalekt: Soranî
353
Sinûr aram be, aram be derya
Azîzekey min wa le seferya
Le min kewê
Derd û belat le min kewê
Firîştekan bitparêzin qezawergêrî balat bin
De xwat legel
De xwat legel

Sinûr aram be, aram be derya
Azîzekey min wa le seferya
Nazî helbigrin nazbiraw nebin
Dilî rabgirin dilişkaw nebin
Nazî helbigrin nazbiraw nebin
Dilî rabgirin dey dey dilişkaw nebin
Sinûr arim be

Le dûrewe dê binasin dengî
Tozî xerîbî nîştuwe le rengî
Nazî bêkesît leser çawanim
Qezay xerîbît kewê le gyanim
Nazî bêkesît leser çawanim
Qezay xerîbît azîz kewê le gyanim
Le dûrewe dê

Jyan bweste mesûrê dunya
Azîzekey min wa le seferya
Nûrî çawanim azîz bawanim
Bo sefer ekey axo nazanim
Nûrî çawanim azîz bawanim
Seferit xêr bê qezat le gyanim
Jyan bweste