Celal Dawdî

Dil Nyegrê Qerar

Bi dengê: Celal Dawdî
Diyalekt: Kelhurî
204
Dil nyegrê qerar ser nyegrê saman
Bew satê binîş dilekem îmşew le laman
Îmşew hem ley nû dil tasey to key
Dil we soz tasey xwem rû henasey to key
Henased sirwes we baxanewe
Zered ha gul dilekem êlaxanewe
Zered ha we gul êlaxanewe

Çarenûs ha ser rêgey rêwarî
’ezretim yese gulekem zû gilew barî
Ley milke nemen berî le baxew
Melan kûç kirdin xwem rû gel gel we daxew
Meçû le daxd dil terifitûnim
Çû kepû weylan xwem rû rû serzewînim
Çû kepû weylan rû serzewînim

Îme diltengeyl hawilfê janîm
Bê mal bê matûl wexwa wêl û weylanîm
Îme diltengeyl hawilfê janîm
Bê mal bê matûl kurgel wêl û weylanîm
Herkes derarê îme ley xeme
Hizar car bwîmin wella we nezrî keme
Hizar car bwîmin we nezrî keme